Li çiyayê Sincarê (Şengal), warê Kurdê Yezîdî yê Ji Her derê Dûr, di dîrokê de rastî zêdetirî 74 fermanan hatiye. Bi piraniya fermanan di serdema Empratorya Ossmanî de bûn lê belê Fermana 74an di sala 2014an de bi destê DAIŞê bû. Bi vê belgefîlmê em hewl didin ku bandora hejarî, êş û Cudabûna olî ji hawîrdorê li ser şêwe û naveroka stranên wan yên Evînê bidin nîşandan. Her wiha çawa Yezîdiyan kevneşopiya xwe ya stranbêjiyê parast û pêre jî Çîrokên xwe yên Evînî û êşê bi rêya stranbêjiyê belge kir.